Mahîr Polat sewqî Saziya Tipa Edlî kirin

Di çarçoveya lêpirsîna “Lihevkirina Bajarî” a li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de di 23ê Adarê de Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Stenbolê Mahîr Polat hat girtin. Mahîr Polat sewqî Saziya Tipa Edlî kirin.
Erkam Erdem, parêzerê Polat destnîşan kir ku ji roja hatiye girtin heta 3 caran rakirine nexweşxaneyê û her weha polat anjiyo kirin. Erdem diyar kir ku muwekîlê wî sewqî ATK'ê kirin.
Erdem li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û wiha got:
“Di encama tevahiya pêvajoya ku ev deh roj in em tê de derbas dibin, îro em li bendê ne ku Saziya Tipa Edlî derbarê Mahîr Polat de biryarê bide. Nexweşiya hîpertansiyonê ya Mahîr Beg ji roja ku hatiye girtin heta niha berdewam dike. Ji ber vê sedemê 2 caran şandin nexweşxaneyê ku yek ji wan ji ber xetereya jiyanî bû û ya din jî anjîyoî hat kirin. Piştî ku ji nexweşxaneyê vegeriya girtîgehê, tansiyona wî her tim bilinde. Pîvana dawî duh hat pîvandin û derdora 19-11an de bû. Em di wê baweriyê de ne ku şert û mercên girtîgehê zirarê li ser tenduristiya Mahîr Beg çêdike û wê ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve ev were dîtin û em xwe emanetî doktorên Tirk dikin.”

Mahîr Polat cara sêyemîn birin nexweşxaneyê
(RT/AY)