DU ZAROKÊN KU PÊ Lİ MAYİNÊ KİRİBÛN CAN DANE
“Mafên jiyanî yên du zarokan hatine binpêkirin”
Du zarokên ku li Qilebana Şirnexê pê li mayînê kiribûn û candabûn duh binaxkirin e. Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê gotiye, “Ji ber berpirsiyariya ku di peymanê de ye nehatiye cîbicîkirin mafên jiyanî yên du zarokan hatine binpêkirin.”

Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê têkildarî mirina du zarokên ku li Qileban, navçeya Şirnexê dema ajalan diçêrîne pê li mayînê kiribûn, daxuyanî daye.
Baroyê destnîşan kiriye ku mayîn pirsgirêka mafên mirovan e û gotiye:
“Dewleta Tirk li gor Peymana Ottawayê divê erdê ku di nav sînorê dewletê de ye ji mayînan paqij bike û xebatên zanedarkirina sivîlan pêkbîne.”
“Ji ber berpirsiyariya ku di peymanê de ye nehatiye cîbicîkirin mafên jiyanî yên du zarokan hatine binpêkirin.”
Çi bûbû ?
Li mezraya Yekmala gundê Yemîşliya Qilebana Şirnexê Yûsûf Atayê 14 salî û Caner Sakê 16 salî dema ajalan diçêrîne pê li mayînê kiribûn.
Her du zarok duh li gundê yemîşliyê hatine binaxkirin.
(AÖ/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.