Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ayşe Acar Başaran Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê, Berdevka Komisyona Hiqûq û Mafên Mirovan û endama Lijneya Rêveber a Navendî derbarê grevên birçîbûnê de daxuyaniyek daye.
Başaranê diyar kiriye ku kiryarên xerab ên li ser kesên di greva birçîbûnê de ne tên binpêkirin û ev berdewam dike.
Parlamentera HDPyê gotiye ku vîtamîna Byê nadin Zinar Demîrê li Girtîgeha Osmaniyeyê ji 5ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê û vir ve di greva birçîbûnê de ye.
Leyla Guven 125 roj in ku di greva birçîbûnê de ye
Leyla Guven, Parlamentera HDPyê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo tecrîda li ser Abdûllah Ocalan, Serokê PKKyê bi dawî bibe, ji 8ê Çiriya Paşiyê (2018) û vir ve di greva birçîbûnê de ye. Her weha grevên birçibûnê bi beşdariya siyasetmedar, aktivîst û zêdetirî 330 girtiyan berdewam dikin.
Greva Leyla Guvenê 125 roj in ku berdewam dike.
Her weha Dersim Dag, Parlamentera HDPyê ya Amedê û Bilal Ozgezer, Îsmet Yildiz, Salih Canseven, Salîh Tekîn û Sevîcan Yaşar, endamên HDPyê 3yê Adara 2019ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdor û bêdem kirine.
Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, Parlamenterên HDPyê yên Wanê û A. Halik Kûrt û Yûsûf Ataş, endamên HDPyê jî 8ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kirine.
Ayşe Acar Başaranê wiha behsa binpêkirinên mafên girtiyên di greva birçîbûnê de ne kiriye:
Girtîgeha Tîpa F ya Wanê
“Li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlehiya Bilind ya Wanê ji 16ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê û vir ve Cîhan Tamûr û Şahîn Oncu di greva birçîbûnê de ne û rewşa wan her diçe xerab dibe.
“Mafên sohbetkirinê yên di greva birçîbûnê de ne bi temamî hatiye qedexekirin. Nekarin bi awayekî rêkûpêk rojnameyan bi dest bixin. Mafên wan ên bernameyên civakî hatine astengkirin û radyoyên wan ji wan hatiye standin”.
Girtîgeha Tokatê
“Hatiye zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Tokatê di greva birçîbûnê de ne, rastî lêpirsîna disiplînê ya rêveberiya girtîgehê hatine, cezayên dûrxistina ji bernameyên civakî, sportîf û çandî li wan hatiye birîn. Her weha meheke ku rojnameya Yeni Yaşamê nadin wan.
Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê
“Girtî di 26ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê de dest ib greva birçîbûnê kiine. Lê ava fêkiyan û vîtamîna Byê natin girtiyan. Xurekên ku pêwistiya girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi wan hene, weke ava fêkiyan, çayên fêkiyan li kantîna girtîgehê yan hîç tune ne, yan jî gelekî hindik hene.
“Rêveberiya girtîgehê di 12ê Sibata 2019an de hemû radyoyê li qawîşan, kom kiriye, mafên ragihandinê, agahî wergirtina ji derve ya girtiyan hatiye astengkirin.
“Girtî rastî lêpirsîna disîplînê ya rêveberiya girtîgehê hatine û mafên wan ên beşdariya li sohbet û bernameyan tên astengkirin.
Girtîgeha Tîpa T ya Kayseriyê ya hejmar 2yê
“5 girtî ji 5ê Kanûna Paşiyê û vir ve di greva birçîbûnê de ne. Kîloyên van girtiyan kêm dibe, serê wan diêşe, pirsgirêka wan a konstantrasyonê çêdibe.
“Rêveberiya girtîgehê lêpirsîna disiplînê li wan daye vekirin û cezayê dûrxistina ji bernameyên civakî, çandî û sportîf li wan hatiye birîn.
Girtîgeha Baybûrtê
“Vîtamîna B1 û B12yê nadin girtiyên ku ji 5ê Kanuna Paşiyê ya 2019ê û vir ve di greva birçîbûnê de ne. Dem bi dem di yekodeyan de tên girtin.
Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê
“Sê girtî ji 20ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê û vir ve di greva birçîbûnê de ne. Rêveberiya girtîgehê ew ji qawîşên wan derxistiye û birine qawîşeke biçûk û tengtir.
Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê
“Kîloyên sê jinên ku ji 26ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê û vir ve di greva birçîbûnê de ne, kêm dibe, serê wan diêşe, bêhal dibin, li hemberî dengan hessa bûne.
“Girtiyan daxwaz ji rêveberiya girtîgehê kiriye ku Odeya Doktoran tehlîlên xwîn û mîzê bike. Lê rêveberiyê hîna ti gav nêavêtiye.
“Ji ber ava gemarî, girtiyên di greva birçîbûnê de ne, nexweş dikevin.
“Ji rojên ku dest bi greva birçîbûnê kirine û heta niha girtî di beşdariya bernameyên civakî, çandî û sportîf de tên astengkirin.” (AS/FD)