Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Muxalefeta ku Juan Guaido, Serokê Meclîsa Netewî serkêşiya wê dike û DYA piştgiriyê dide wan, aşkere kiribû ku wê 23yê Sibatê “alîkariya mirovî” ji bo wan were. Beriya vê dîrokê, bi fermana serokdewlet Nicolas Maduroyî artêşa Venezûelayê li ser sînor hatiye bicihkirin.
Vladimir Padrino Lopez, Wezîrê Berevaniya Venezûelayê diyar kiriye ku “Leşkerên me, ji bo pêşî li binpêkirina hevgirtina xakê, bi fermana serfermandarê me (Nicolas Maduro) li ser sînor hatine bicihkirin û di amadebaşiyê de berdewam be”.
Donald Trump, Serokê DYAyê du roj berê diyar kiribû ku endamên artêşa ku têkildarî Maduroyî dahata xwe dixin bin xetereyê û wiha berdewam kiribû, “Heke ku hûn di piştevaniya Maduroyî de berdewam bikin, hûn ê nikaribin bi hêsanî baz bidin, hûn ê her tiştî winda bikin”.
Muxalif: Divê alîkarî bilez ji me re bên şandin
Maduroyî diyar kiribû ku hewldana “alîkariya mirovî” stratejiya DYAyê ye û vê weke “şowê” nirxandibû.
Mixalifên ku Guaido serkêşiya wan dike diyar kiribûn ku pêwistiya herî kêm 300 hezar kesan bi alîkariya bilez heye, 2 milyon kes jî bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ne. (PT/FD)