Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kibriye Evren rojnamegereka girtî ye, wê şertên girtîgehê ji parêzera TGS (Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê) re gotiye.
Evrenê diyar kiriye di xwarina wê de parçeyên caman û pîsîya mişkan derketiye.
BBC û MAyê li ser rewşa girtîyên li Girtîgeha Amedê ya Tîpê Eyê pirs ji Kibriye Evrenê re rêkirine lê girtîgehê dest daniye ser pirsan. Piştî vê yekê parêzera TGSyê çûye girtîgehê û Kibriye evren dîtiye.
Kibriye Evren jî yek ji wan kesan e ku di girtîgehê de ketibû greva birçîbûnê. Dema di grevê de bû ji 57 kîloyê bûye 44 kîlo. Piştî wê dest ji grevê berdayî ji ber xwarinên xerab nikare bi ser xwe ve bê. Piştî grevê ji 44 kîloyê bûye 45 kîlo lê ji ber ku di xwarinê de pîsîya mişkan û parçeyên caman dîtiye ew nikare wan xwarinên nepaqij bixwe.
Ji bo dema menstruasyoê ew hewceyî paçikên bergir e lê girtîgeh an nade an jî paçikên gelek kevin ên stûr dide.
Pirtûkxaneya girtîgehê nîne. Şandina pirtûkan tê astengkirin.
Ji bo girtîyan qelem û kaxez nayê dayin. Nikare nameyan an jî pirtûkan binivîse.
(EMK/MB)