Nivîskar û lêkolîner M. Xalid Sadînî wê li Stenbolê, behsa pirtûka xwe ya nû bike. Sadînî wê 25ê Hezîranê, roja şemiyê saet di 17.00ê de li Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî gotûbêjekê li ser pirtûkê ya bi navê “Mîrnameya Hekariyan” li dar bixe.
Sadînî piştî gotûbêjê wê pirtûka xwe îmze bike. Zimanê bernameyê bi kurdî ye û wê Mevlut Ogûz moderatoriya wê bike.
Derbarê M. Xalid Sadiniyî de
Nivîskar, lêkolîner û weşanger, M. Xalid Sadînî ji Colemêrgê ye. Wî li Fakulteya Vekirî ya Zanîngeha Anadoluyê beşa Sosyolojiyê xwendiyê û piştre jî li Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê, di beşa Çand û Zimanê Kurdî de lîsansa bilind temam kiriye.
Dîwana Feqiyê Teyran, Hemû Berhemên Mela Huseynê Bateyî, Mîrnameya Hekarîyan jî di nav de bi qasî 20 pirtûkên wî çap û belav bûne.
Berpirsê Weşanxaneya Peywend û Loryayê ye û yek ji endamên Lîjneya Rêveber a Weqfa Îsmaîl Beşîkciyî ye. (FD)