Îsraîl ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve êrişî Lubnanê dike û di encama êrişan de gelek nexweşxane bûne hedef û di van êrişan de qanûnên navneteweyî hatine binpêkirin û bi awayekî wêranker bandor li xizmetên tenduristiyê kiriye.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ji bo maweya di navbera 8ê Cotmeha 2023an û 27ê Kanûna Paşiya 2024an raporek têkildarî bandora êrîşên Îsraîlê li ser sektora tenduristiyê weşand.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, di raporê de hatiye diyarkirin ku Îsraîlê di vê heyamê de 68 caran êrişî 38 nexweşxaneyên cuda yên Lubnanê kiriye û ji van nexweşxaneyan 8 ji xizmetê ketine û 2 ji wan hê jî girtîne.
Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên ku li paytexta Libnanê Beyrûtê û herêmên başûr zêde bûne de 16 kes mirin û 74 kes jî birîndar bûn.
Di rapora de hatiye gotin ku di êrîşên Îsraîlê de 25 wesayîtan zirar dîtine, her wiha di vê heyamê de 63 navendên tenduristiyê rastî êrîşan hatine ku 50 ji wan qismî û 10 jî bi temamî hatine rûxandin.
201 xebatkarên alîkariya lezgîn mirin
Hat aşkerekirin ku Îsraîlê li Lubnanê 237 caran êrîşî xizmetên alîkariya lezgîn kiriye û di van êrîşan de 201 xebatkarên alîkariya lezgîn yên tenduristiyê mirine.
Di raporê de hat destnîşankirin ku di êrîşan de 253 kes birîndar bûne, 67 navend bûne hedef, 177 ambûlans û 59 wesayîtên agirkujiyê jî rastî êrişê hatine.
Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ku di 8ê Cotmeha 2023an de li ser sînorê Lubnan-Îsraîl dest pê kiribû, di Îlona 2024an de gurtir bû û bi bombebaranên tund ên Îsraîlê veguherî êrîşeke bejahî.
Tevî rêkeftina agirbestê ya ku di navbera Lubnan û Îsraîlê de roja Çarşema 27ê Mijdara 2024an ket meriyetê, artêşa Îsraîlê berdewam e li ser dagîrkirina başûrê wî welatî û binpêkirina agirbestê.
(VC/AY)