Lîsteya namzetên Serokomariyê di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin
Lîsteya fermî ya namzetên Serokomariyê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinan di Rojnameya Fermî de hatiye belavkirin.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Biryara lîsteya namzetan a Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya têkildarî hilbijartina serokomariyê di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Li gorî biryarê; di hilbijartinên 14ê Gulanê de namzetên ku wê hevrikiyê bikin ev in:
Kemal Kiliçdaroglu, Muharrem Înce, Recep Tayyîp Erdogan û Sînan Ogan.
Di biryarê de dîroka jidayikbûna namzetan û agahiyên zanîngehên ku qedandine jî cih girtiye.
Li gor biryareke din ya YSKê; Di Hilbijartina Serokomariyê ya 14ê Gulanê da namzed dê bikaribin ji bo berhevkirina alîkariyan hesabekî dovîzan vekin.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.