Li Zelandaya Nû volkan teqiyaye: 5 kes mirine
Li Zelandaya Nû, volkana bi navê Whakaari teqiyaye. Di encamê de 5 kes mirine, 20 kes birîndar bûne.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Zelanda Nû, volkana bi navê Whakaari ya li Girava Spiyê teqiyaye. Di encamê de 5 kes mirine, 20 kes birîndar bûne.
Li gorî zanyariya li ser malpera Radyoya Zelanda Nûyê hateye weşandin, li gorî dema herêmê saet li derdora 14.30 deqîqeyan (li gorî dema Tirkiyeyê 04.30) ji ser çiyayê agirîn ewrê xweliyê bilind bûne. Hatiye diyarkirin ku yên li dewrûbera çiyayî birîndar bûne, dibe ku ew turîst bin û ji bo serdanê çûbûn herêmê.
Tê texmînkirin ku gava çiyayê agirîn teqiyaye, li giravê 100 kes hebûn.
Rayedaran diyar kiriye ku helîkopterên xilaskirinê ji bo giravê hatine şandin û herwiha şêniyên herêmê jî hatine hişyarîkirin.
Çiya herî dawî di sala 2001ê de aktîf bûbû. (PT/FD)
*Fotograf: Medyaya civakî
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.