Li Zapê di encama êrîşekê de 2 leşker mirin
Di encama operasyona li herêma Zapê ya li bakurê Iraqê de teqemeniya ku berê hatibû bicîkirin hat teqandin. 2 leşker mirin.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li herêma Zapê leşkerên bi ser Artêşa Tirkiyeyê ve girêdayî operasyon lidar xistin. Di vê operasyonê de dema ku wesayita leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat. 2 leşker mirin.
Êrîş li ser sînor nêzîkî navçeya Çelê pêk hat.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA), teqîn ji ber teqemeniyê pêk hatiye ku berê li ser rê hatiye bicîkirin. (EKN/EKN)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.