Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Zanîngeha Stenbolê 21 xwendekar hatin desteserkirin.
Yek ji xwendekaran ji bianetê re got gelek polîs çûne zanîngehê li xwendekaran dane û ew desteser kirine.
Li gor xwendekaran bûyer weha qewimiye:
“Duhî komek kesên ji Ocaxên Ûlkûyan yên ku ne diyar bûn ka xwendekar in an na xwenîşandanek pêk aniye. Wan êrîşî xwendekarên çepgir kirine û dijûn dane wan. Polîsan mûdaxele nekir.
“Îro dîsa çar kesên ku dido ji wan duhî di nav xwenîşanderan de bûne, bi gotinan bela xwe li xwendekarên çepgir dane. Dema xwendekarên çepgir bi ser wan de çûne ew reviyane û çûne nik polîsan. Wan li nik polîsan giliya xwendekarên çepgir kiriye.
“Polîsan xwendekarên ku difikirî êrîşkar in desteser kirine.
“Polîsan 21 xwendekar hingavtine û desteser kirine.”(BK/MB)
*Wêne: Kollektîfên Xwendekaran