Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî hewldana derbekirinê di çarçoveya operasyona li dijî Cemaeta Gulen de, li Zanîngeha Amasyayê alîkarên rektorî jî tê de 14 akademîsyen û karmend hatin girtin.
Li gorî Nûçeya Ajansa Anadoluyê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Amasyayê daye destpêkirin de 26 akademîsyen û karmendên Zanîngeha Amasyayê di 11ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin, îro sewqî dadgehê hatin kirin.
Ji wan 26 kesên binçavkirî; 14 kes hatin girtin, 11 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Di nav wan kesên girtî de alîkarên rektorê zanîngehê Prof. Feda Oner û Prof. Murat Gokdere û Dekanê Fakulteya Perwerdehiyê yê berê Ahmet Bacanak jî hene.
Heta vê demê ji Zanîngeha Karadeniz Teknikê 7, ji Zanîngeha Pamukkaleyê 39, ji Zanîngeha Celal Bayarê 18, ji Zanîngeha Stenbolê 2, ji Zanîngeha Çanakkale 18 Martê 7, ji Zanîngeha Dicleyê 1 û ji Zanîngeha Kahramanmaraş Sutçu Imamê 12 akademîsyen û karmend hatibûn girtin.
(BK/YO)