Dûkela şewata ku duh di derdora seat 15.00an de li herêma Varnava ya li rojhilatê Atînaya paytexta Yewnanîstanê dest pê kir, gihîşt Atînayê.
Ji ber şewatê 9 gund hatin valakirin û ji bo kesên ji malên xwe hatin tehliyekirin ji bo bicihbûnê platformeke taybet hat avakirin. Platforma ku ji aliyê Komeleya Otêlkaran ya Yewnanistanê ve hatî damezrandin dê ji bilî arîkariya ku rêvebiriyên herêmî pêşkêş dike, xizmetê jî bike.
Kompleksa Sporê ya Olîmpiyatê Atînayê (OAKA) û Salona Sporê ya Ziriniayê ya li Kifisyayê ye jî ji bo bicihkirina welatiyan hatin vekirin.
"Xisar li gelek xaniyan ket"
Zêdeyî 400 personelên agirkujiyê, 110 wesayitên agirkujiyê, gelek xwebexş, 15 balefirên agirkujiyê û 9 helîkopteran midaxeleyî agir kirin.
Berdevkê Teşkîlata Agirkujiyê ya Yewnanîstanê Vasilyos Vathrakoyannis ragihand ku ji ber şewatê xisar li gelek xaniyan ketiye.
Ji ber şewatê Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis jî ji betlaneya xwe vegeriya Atînayê.
(AS/AY)