Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Yewnanistanê trêneke rêwiyan û trêneke barhilgir li bin guhê hev ketine. Di encamê de 32 kes mirine.
Li gorî nûçeya televizyona dewletê ERTyê, duh bi şev li herêma Tempiyê her du trên qelibîne. Tempî li bakurê Larîsayê ye.
Di encama qezayê de hin vagon ji rê derketine û 32 kes mirine. 25 jê bi giranî, 85 kes jî birîndar bûne.
Birîndar bi otobisan birine bajarên Selanîk, Larîsa û Katerîniyê.
Şefî îstasyonê yê nobedar ji ber qezayê hatiye desteserkirin. Her weha nûnerên şîrketa Hellenic Trainê îfade dane.
Waliyê Eyaleta Tesalyayê Kostas Agorastos bi ERTyê re axiviye û diyar kiriye ku, vagonên 1 û 2 numare, ji ber lihevketinê bi temamî ji kar ketine.
Şaredarê Tembiyê Yorgos Manolisî jî gotiye, di hersê vagonên serî yên trêna rêwiyan da pileya germê derketiye heta 1500 santîgratî.
Her wisa Wezîrê Tenduristiyê Thanos Plevris çûye ciyê bûyerê.
Di trêna rêwiyan a ji Atînayê diçû Selanîkê da qedera 350 rêwî hebûn.
Li cihê qezayê xebatên lêgerîn xilaskirinê didomin. (TY/FD)