Fotograf: AA Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ramesh Rajasingham, Cîgirê Sekreterê Giştî yê ji Karûbarên Mirovî Berpirsiyar ê Neteweyên Yekgirtî aşkere kiriye ku ekonomiya Yemenê li ber têkçûnê ye, krîza mirovahiyê kûr bûye û pevçûn her diçe xurtir dibe.
Li gorî nûçeya Al Jazzerayê, Rajasinghamî diyar kiriye ku pêwistiya alîkariya mirovî ya ji 20 milyonî zêdetir mirovan li Yemenê heye.
Di mehekê de 235 sivîl mirine
Di meha Îlonê de, ji ber şert û pevçûnan 235 sivîl mirine û 10 hezar kes neçar mane cihê xwe biguherînin.
Şer hiştiye ku krîza ekonomîk kûrtir bibe û xela çêbibe. Yemen pêdiviyan bêhtir ji derveyî welat dabîn dike û di meha Îlonê de rêjeya xurekên ji derve hatine kirîn, li gorî par heman demê ji sedî 8 kêmtir bûye.
Rajasinghamî gotiye ku ji ber şerê navxweyî yê di sala 2014an de dest pê kir, ji sêyan yekê serjimara welêt, di nava şert û mercên xirab de kar dikin û Neteweyên Yekgirtî ji 13 milyonan kesan re alîkarî şandiye û hewl dide xelayê bidawî bike.
Rajasinghamî bang kiriye û xwestiye ku hemû bênderên derhanîn lê tên kirin bila vebin û ji bo hilweşandina ekonomîk bidin sekinandin, saziyên navnetewî bi lez û bez gavan biavêjin. (CA/AS/FD)