Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, encamên êrîşên Îsraîlê yên 262 rojan aşkere kirin.
Li gorî daxûyaniya wezaretê, di êrişên artêşa Îsraîlê yên 10 rojên dawî de 360 filistînî mirine.
Her weha li gorî daxuyaniya wan a nivîskî, Artêşa Îsraîlê di 24 saetan de li herêmên cûda yên Xezeyê êriş pêkanîne. Di encama van êrişan de 28 filistînî kuştin û 66 kes jî birîndar kirin.
Wezaretê diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve heta niha 37 hezar û 626 kes mirine û 86 hezar û 98 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
(AS/AY)