Li Xezeyê heta niha 33 hezar û 207 kes mirine
Di encama êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve li ser hev 33 hezar û 207 kes mirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, encamên êrîşên Îsraîlê yên 185 rojan aşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya wan a nivîskî, Artêşa Îsraîlê di 24 saetan de 32 filistînî kuştin û 47 kes jî birîndar kirin.
Wezaretê diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve heta niha 33 hezar û 207 kes mirine û 75 hezar û 993 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan. (AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.