Eşref el-Kudra, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê di daxuyaniya xwe de têkildarî êrîşên Îsraîlê yên 167 roj in didomin ên li ser Xezeyê agahî da.
Kudra diyar kir ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawî de li Xezeyê 65 filistînîyên din kuştin û 92 Filistînî jî birîndar bûn.
Her weha destnîşan kir ku ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve hejmara Filistîniyên li Xezeyê mirine derket 31 hezar û 988an û hejmara birîndaran jî derket 74 hezar û 188an.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Kudra diyar kir ku li Xezeyê di bin xirbeyan û li ser rêyan da mirî hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê tîmên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
Artêşa Îsraîlê alîkariyên mirovî asteng dike û rê nade derbasî Xezeyê bibe ku 2,3 milyon kes lê dijî.
(AS/AY)