Hikûmeta li Xeta Xezeyê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de 2 rojnamevanên din ên Filistînî hatin kuştin.
Derbarê mijarê de Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê daxuyaniyek da.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezeyê de rojnamevan Ehmed Ebû Abse û Hannan Ayyad şehîd bûn."
"Veşartina rastiyan"
Di daxuyaniya ku tê de fotografên rojnameger Ayyad û Ebû Abse cih girtine de hat ragihandin ku hejmara rojnamegerên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve li Xezeyê hatin kuştin, derket 89an.
Di daxuyaniya xwe ya duh (12ê Kanûna Pêşiyê) de, Ofîsa Medyayê ragihand ku Îsraîl rojnamegeran li Xezeyê bi armanca ku "Filistînê bêdeng bike, rastiyan veşêre, nûçe û agahiyan asteng bike da ku negihêje raya giştî ya herêmê û navneteweyî" bi qestî dikuje. (TY)