Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Wêranşar, Navçeya Rihayê wesayita zirxpoş li zarokekî 5 salî xistiye û bi giranî brîndar kiriye.
Li Kolana PTTê ya navçeya Wêranşar a Rihayê, zarokê 5 salî N.D. di bin wesayîta zirxî ya polîsan de maye. N.D., bi giranî birîndar bûye.
Bixwîne-Polîsê ku Mîhraç Mîroglû kuştiye, nehatiye girtin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê wesayîtê di saetên nîvroyê de li zarokê xistiye û piştre N.D. birine Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.
Li gorî dîmenên kamerayên ewlekariyê yên ku li nizîkî cihê bûyerê ne, N.D. di bin wesayîta zirxpoş de dimîne û wesayît lingên N.D.yê dieciqîne.
Apê N.D.ya 5 salî derbarê bûyerê de zanyarî daye û ragihandiye ku N.D. sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înanê ya Rihayê kirine û metirsiya jiyanî ya zarokê didome. (KO/AY)