Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
UNICEFê(Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî) eşkere kir ku li welatên pevçûn û felaket lê hene ji her 10 ciwanên di emrên 15-24ê de 3 yanî 59 milyon kes nizanin bixwînin.
Di navbera ciwanên keç û kur de jî ferq hene. Di welatên di wan şertên jorî de, ji sedî 33yê keçên ciwan û ji sedî 24ê kurên ciwan nikarin bixwînin.
Di şertên îro de ji bo welatên pevçûn û felaket lê heyîn bi tenê ji sedî 3,6ê alîkariyan ji bo perwerdeyê têne xerckirin.
Dîrektorê giştî yê UNICEFê Henrietta H. Foreyî gotiye:
“Perwerde paşeroja ciwanekê geş dike an jî tarî dike.
“Li wan welatên ku bi şer û felaketan parçeparçe bûne, şansê ciwanên di ciwaniya xwe de nexwenda nîne.”(BK/MB)