Foto: ETHA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Wanê di dema xwenîşandanên protestoyî yên li dijî biryara kayyûman de, polîsan tundkarî li welatiyan kiriye. Ev tundkarî bûye sedema bertekan.
Protestoyên li dijî biryara tayînkirina kayyûman a li sê bajarê mezin berdewam dikin.
Li Wanê di dema xwenîşanan de polîsan bi awayekî tund midaxele li xwenîşandaran kiriye. Polîsan derb li wan kesan daye ku ji ber tundkariyê xwe spartine qehwexaneyekê. Dîmenên tundkariya polîsan li ser medyaya civakî belav bûne. Ji her derdorê bertek li hemberî vê tundkariya polîsan hatiye dayîn.
Mustafa Yeneroglû, Parlamentera Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) yê Stenbolê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşan daye û wiha gotiye: “Ev dîmenên li Wanê tirsnak in! Ew endamên me yên asayişê ku li gorî hiqûqê karên xwe dikin jî di bin tohmetê de dimînin, ev nayê qebûlkirin. Ji bo kesên ev zilm li welatiyên me kirine ji wezîfeyê avêtin û bên dadgehkirin tekez her tiştên pêwîst dê bên kirin.”
Van'daki bu görüntüler korkunç! Hukuk içinde görevini yapan emniyet güçlerimizi de zan altında bırakan bu vahşet kabul edilemez! Vatandaşlarımıza bu zalimliği reva gören kişilerin bir an evvel görevden alınması ve yargılanması için gereken mutlaka yapılacaktır. pic.twitter.com/WGYJ63bajj
— Mustafa Yeneroğlu (@myeneroglu) August 21, 2019
Walîtiya Wanê: Kesê ku hatiye zeftkirin şîzofren bûye
Walîtiya Wanê piştî ku bûyer li ser medyaya civakî belav bûye, daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Di daxuyaniya xwe de gotiye ku li Kolana Yuzbaşiogluyê ya Wanê di dema protestokirina biryara kayyûman de kesekî bi kursiyê êrîş biriye ser polîsan.
Di berdewamiyê de wiha hatiye gotin: “Di encama êrîşê de polîsekî me ji ruyê xwe, stuyê xwe û milê xwe birîndar bûye. Polîs bi dû wî ketine û bi darê zorê ew zeft kirine. Hatiye famkirin ku ew kes di sala 2013ê de çûye çoltarê û beşdarî nava PKKyê bûye, di sala 2014ê de li Amedê xwe radestî hêzên emniyetê kiriye, ji ber gelek sûcan qeyda wî heye û her weha şîzofren e. Walîtiya me derbarê bûyerê lêkolîn û lêpirsîn daye destpêkirin.”
Baroya Wanê jî bertek nîşanî bûyerê daye. Baroyê di daxuyaniya xwe de gotiye, ji ber tundkariyê ew ê giliyê polîsan bikin. (HA/FD)