Di dehan kes li bajarên cûda yên Tirkiyeyê ji ber ku bi stranên kurdî govend gerandine, stranên kurdî gotine û klîbên vîdeoyî yên bi kurdî parvekirine hatin desteserkirin û girtin. Rêxistina Bajarî ya DEM Partiyê ya Wanê ji bo desteserkirin û girtinên ji ber govendê çalakiyek govendê li dar xistin. Polîsan êrişî wê çalakiyê kirin.
Desteserkirin û girtin di rojeva Meclîsê de ye
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê û Hevberdevkê HDKê Cengîz Çîçek îro bi pirsnameyeke nivîskî armanckirina ciwanên ku li Stenbolê bi stranên kurdî govendê digerîni anîn rojeva Meclîsê.
Mudaxeleya polîsan a li Wanê didome
Di serdegirtina polîsan a li ser avahiya DEM Partiya Wanê de gelek kes hatin desteserkirin. Heta niha hejmara kesên hatine desteserkirin diyar nîne.
Piştî Mêrsîn, Agirî, Sêrt, Êlih û Stenbolê duh li Colemêrgê gelek kes bi hinceta ku stranên kurdî gotine û govend gerandine hatin desteserkirin.
Li Colemêrgê polîsan bi îdiaya ku “stranên siyasî” hatin lêxistin û gotin bi ser dawetekê girtin. Ji kesên hatin desteserkirin jê 4hatin girtin.
(AEK/AY)