Tirkiyeyê li bakûrê Sûriyeyê wesayîta ku rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn tê de bû kir hedef. Êrîşa bi balafireke bêmirov a çekdar (SÎHA) pêk hat û di encamê de herdu rojnameger hatin kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Wanê hat xwestin ku ji bo rojnamegerên hatin kuştin daxuyanî bê dayîn. Polîsan êriş kiriye û gelek kes desteserkirine.

Rêxistinên pîşeyî ji bo kuştina rojnamegeran bertek nîşanî Tirkiyeyê dan
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî piştgirî da daxuyaniya ku bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) hat kirin.
Polîsan beriya daxuyaniyê, Kolana Hunerê dorpêç kirin û êrîşî koma ku rojnameger û siyasetmedar di nav de bû, kirin. Herî kêm 31 kes hatin desteserkirin. Di nava kesên hatin desteserkirin de siyasetmedar û rojnameger jî hene.

Rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
Di nav kesên hatin desteserkirin de nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Polat, Ozlem Yacan, Mazlûm Engîndenîz û Sema Yuce Polat, nûçegihanên Ajansa Welat Bazîd Evran û Firat Tunç, nûçegihanê JINNEWSê Memîhan Zeydan û rojnamevan Zelal Tunç, Oktay Candemîr û Nîmet Olmez hene.