Li Wanê Makbûle Ozera 80 salî û Hadî Ozerê 79 salî hatine girtin
Makbûle Ozera 80 salî û Hadî Ozerê 79 salî bi tohmeta ku “alîkarî dane rêxistinê” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê stendine û hatine girtin.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Wanê Makbûle Ozera 80 salî û hevjînê wê Hadî Ozerê 79 salî bi tohmeta ku “alîkarî dane rêxistinê” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê stendine û hatine girtin.
Makbûle û Hadî Ozer niştecêyên Edremîta Wanê ne. Di 24ê Tîrmeha 2018an de polîsan bi ser mala wan de girtibû û ew û zarokên wan desteserkiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di encama lêpirsînê de derbarê Ozeran de bi iddiaya ku “alîkarî dane rêxistinê” doz hatibû vekirin. Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li wan biribû û dadgehê îstinafê cezayê wan pesend kiriye.
Piştî îstinafê cezayê wan pesend kiriye herdu hatine desteserkirin û ji bo girtîgehê hatine şandin.(AS/AY)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.