Li Wanê ji bo 15 rojan çalakî wê qedexe bin
Walîtiya Wanê bi sedema ku “pêşiyê li êrişên çêbibe bigire” ji bo 15 rojan hemû cure çalakî û xwenîşandan qedexe kiriye.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Wanê aşkere kiriye k uwan ji bo 15 rojan hemû çalakî û xwenîşandan qedexe kiriye.
Walîtiyê biryar li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye û gotiye ku 25ê Îlonê ya 2019ê jî tê de ji bo 15 rojan, xwenîşandan, civînên ji derve, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, vekirina standan jî tê de her cure çalakî hatiye qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji bo “pêşî li ber êrîşên li bajêr bê girtin” ev biryar hatiye standin.” (TP/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.