Li bajarê Wanê ji duhê ve bê navber berf dibare. Di ancamê de rêya 86 gundan û 45 mezrayan hatin girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rêvebiriya Şaxa Lênihêrîn û Çêkirina Rêyan a Navendî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihandiye ku li navçeya Miksê rêya 6 gundan, li Payîzavayê rêya 12 gundan, li Rêya Armûşê rêya 8 gundan, li Begiriyê rêya 27 gundan, li Qelqeliyê rêya 52 gundan, li Şaxê rêya 14 gundan, li Seravê rêya 12 gundan û li navçeya Tûşbayê jî rêya 45 taxan hatine girtin.
Komên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo trafîk nesekine, li navenda bajar û navçeyan xebatên xwe didomînin.
Duh bi şev rêya di navbera Wan û Miksê de ji ber berf û bagerê ji bo demekî kin ji trafîkê re hate girtin.