Li Wanê ji ber berfê dibistan hatin girtin
Li sê navçeyên Wanê ji ber ku berf zêde bariye rojek dibistan hatin girtin.

Barîna berfê ya danê êvarê li Wanê dest pê kir, bandoreke neyînî li gelek navçeyan kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji ber barîna berfê li navçeyên Bêgirî, Miks û Seravê rojekê navber dan perwerdehiyê.
Hate ragihandin ku li gundên li herêma Gorandeşt a girêdayî navçeya Payîzavayê jî rojekê navber dane perwerdehiyê.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.