Li Wanê herî kêm 30 kes hatin desteserkirin
Li Wan û navçeyên wê vê sibê di serdegirtinên malan de herî kêm 30 kes hatin desteserkirin.

Li Wan û navçeyên wê polîs û leşkeran vê sibê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de herî kêm 30 kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzeran gotiye, dibe ku ev hejmar bigihêje 60 kesî.
Her weha heta sedema desteserkirinan ne diyar in û kesên desteserkirî birine emniyeta Wanê.
Navên hin kesên hatine desteserkirin wiha ne: Can Goren, Erol Sari, Mesût Uçer, Îsmet Yakût, Vedat Balik, Diyar Aslan, Cevzet Yucel, Dilgeş Aslan, Umît Çobanhan, Kenan Îldenîz, Kadîr Uçer, Abdulkadîr Akdag, Şahîn Ozturk, Bûlût Kaynak, Azat Kaya û Ozgur Dûman.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.