Li Wanê gel daketin kolanan
Piştî ku mazbata nedan Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, li seranserê bajar protesto dest pê kirin. Li hemû kolan û şeqaman agir hatin vêxistin û rê ji trafîkê re hatin girtin.

Xelkê Wanê paşvegirtina mafên qedexekirî yên Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan a bi “fermana” AKPê protesto dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê navenda protestoyên şeqamq Cuumhuriyet û Maraşê ne.
Bi hezaran kesan di kolanên bajar de çopdank weke berîqet bi kar anîn, li gelek deveran agir vêxistine. Tevahiya esnafên bajar jî derabeyên dikanên xwe girtin.
Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrişî welatiyan kir. Ji ber êrişan gelek kes birîndar bûn.
Hat zanîn ku polîs ketine avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê û bombeyên gazê avêtine hundir.
Protesto li çar aliyên bajar belav bûn. Ciwan, bi keviran bersivê didin êrişa polîsan.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.