Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş (21) û xwendekara dibistana amadehiyê Sumeyye Azîz (15) bi rojane li Wanê winda ne û tu agahî jê nayên wergirtin. Rojîn Kabaîş ku di Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê dixwîne, di 27ê Îlonê de winda bû û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên wergirtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê malbatê, giliyê rayedarên Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî kirin ku ji bo du roj piştî windabûna keça wan ew agahdar kirine.
Cizdan, telefon, ava Kabaîşê jî li ber qeraxê Gola Wanê hatibûn dîtin. Her weha ji bo Kabaîşê di golê de lêgerîn tê kirin.
11 roj in agahî ji Azîzê nayê girtin
Xwendekara dibistana amadehiyê Sumeyye Azîz jî li Taxa Bahçivan a navçeya Rêya Armûşê dijiya û 11 roj in tu agahî jê nayên girtin. Azîz, herî dawî di 19ê Îlonê de ji bo biçe dibistanê ji malê derketiye û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.
Endamên malbatê lê geriyan lê tu encamek bi dest nexistin.
Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê û Komeleya Jinan a Starê jî têkildarî mijarê daxuyanî dan û gotin ew bûyerê ji nêz ve dişopînin.
Tûndkariya Mêran
Jina bi navê S.T. (17) a li navçeya Elbakê ya Wanê dijiya, 7 meh berê ji hêla R.T. (31) ve hate revandin û tundkarî lê hatibû kirin. R.T. ê ku S.T. revandî ji ber sûcekî edlî firarî bû û 5 roj piştre hate girtin.
Birayê R.T. yê bi navê F.T. jî êrişî mala S.T. lê dijiya kir. Di êrişê de S.T. birîndar bû û rakirin nexwşxaneyê.
Li gorî agahiyan; malbata R.T. gef li malbata S.T. xwarin û jê xwestin ku giliyê xwe paşve bikişînin.