Li Wanê du leşker bi tohmeta ku destdirêjî li jinekê kirine hatine girtin
Li Seravê, navçeya Wanê du leşkerên bi girêbest bi tohmeta ku desdirêjî li jinekê koçber a Efxanî kirine hatine girtin.

Li Seravê, navçeya Wanê di 2ê Kanûna Paşiya 2023an de 17 koçberên Bengladeşî û koçbereka Efxanî ya bi navê L.M. hatibûn desteserkirin.
Ji ber ku li qereqolê personelên jin tune bûne, 2 leşkeran li ser L.M.yê lêgerîn pêkanîne û ew birine qûleya çavdêriyê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê derketiye holê ku her du leşkeran li wir destdirêjî li L.M.yê kirine. Gava L.M. dike qîrîn, hin leşkerên din bi hawariya wê de tên.
Her du leşkerên destdirêjî li L.M.yê kirine hatine desteserkirin. Her du leşker piştî îfadeya li midûriyeta polîsan, ji ber ku destdirêjî L.M.ya Afxanî kirine, ji aliyê Dadgeriya Cezê û Aştiyê ve hatine girtin.
Herwiha Serdozgeriya Komarî ya Seravê biryara nehênîtiyê daye ser lêpirsînê.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.