Walîtiya Wanê biryar daye ku ji îro pê de ji bo 15 rojan, hemû çalakî bên qedexekirin.
Li Wanê ji 21ê Tîrmeha 2016an heta niha ku hezar û 877 roj in lidarxistina çalakiyan û xwepêşandanan qedexe ye.
Bixwîne- Li Wanê ji bo 15 rojan çalakî hatine qedexekirin
Bixwîne- Li Wanê heta 10 rojan çalakî qedexe ne
Walîtiya Wanê careke din li bajêr lidarxistina çalakî, meş û xwepêşandanan qedexe kir. Walîtiyê ragihandiye ku li bajêr ji 14ê Kanûna Paşiyê heta 28ê Kanûna Paşiyê lidarxistina çalakiyan hatiye qedexekirin.
Walîtiyê lidarxistina çalakiyan bi hinceta "ewlehiyê" qedexe kiriye. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopatamyayê