Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Tuşba navçeya Wanê di saet 00.46an de bi pîleya 5.0an erd hejiyaye.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn(AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet di 00.46an de bi pileya 4.9ê, 7,62 km di bin erdê de li navçeya Tuşbayê pêk hatiye.
Resetxaneya Kandilliyê û Esnîtituya Lêkolînên Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçiyê jî erdhej bi pileya 5,0ê pîvaye. Enstîtuyê diyar kiriye ku navend Tûşba ye. 5 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Mehmet Emîn Bîlmez, Waliyê Wanê bi Ajansa Anadolûyê re axiviye û gotiye, di erdhejê de li gorî daneyên destpêkê ti ziyanên canî û malî çênebûye.
Soylû daxuyanî daye
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî têkildarî erdhejê li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kiriye û weha gotiye, “Piştî erdheja ku bi pileya 4,9ê û di saet 00,46an de li Wanê pêk hatiye têkildarî erdhejê ti rewşeke nerînî ji bo ekîbên 112, AFADê û Walitiya me nehatiye tomarkirin.”
(TP/AY)