Li Wanê bi pileya 4.0an erd hejiyaye
Li navçeya Tûşba ya Wanê bi pileya 4.0an erd hejiyaye.
.jpg)
Li gundê Qeregundiz ê navçeya Tûşba ya Wanê bi pileya 4.0an erd hejiyaye.
Erdheja di saet 05.26ên sibê de 7.03 kîlometreyan di bin erd de çêbûye.
Erdhej, li navenda Wanê û navçeyên derdorê hatiye hîskirin.
Li gorî daxuyaniya walîtiya Wanê, heta niha rewşeke neyînî derbarê zerar û ziyanê de çênebûye. (AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.