Li Wanê bername û çalakî heta 15 rojan hatine qedexekirin
Walîtiya Wanê meşên bi armanca xwenîşandanê û civîn jî tê de her cure çalaki ji îro pê ve heta 4ê Çiriya Paşiyê qedexe kiriye.

Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Wanê ji 21ê Çiriya Pêşiyê heta 4ê Çiriya Paşiyê bi sedema “tenduristiya civakê û birêkûpêkiya raya giştî” li bajêr meşên bi armanca xwenîşandanê û civînên li qadên vekirî jî tê de her cure çalaki qedexe kirine.
Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye ku heta 15 rojan li bajêr daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û çêkirina anketan, vekirina kon û standan, kampanyayên îmzeyan, belavkirina belavok, broşur û îlanên destan wê bi destûra rêveberên herêmî pêk werin. (TP/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.