Abdûllah Zeydan di hilbijartinê 31ê Adarê de weke Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê têkildarî mafê hilbijartinê yê Zeydan lêkolîn da destpêkirin. Lijneyê piştî lêkolîna xwe biryar da ku Zeydan nikare bê hilbijartin û mazbataya Zeydan da namzetê AKPê Abdulahat Arvas. Piştî biryarê li Wanê welatiyan li dijî biryarê bi xwepêşandanan nerazîbûn nîşan dan. Walîtiya Wanê ji bo 15 rojan hemû cure çalakiyên demokratîk qedexe kir.
Walîtiyê şeva borî ragihand ku li bajarê Wanê ji roja 03.04.2024an heta 17.04.2024an ji bilî bernameyên ku walîtî û qeymaqemî destûrê didin, her cure civîn, meşên xwenîşandanê, miting, civînên li qadên vekirî, çalakiyên protestoyî, çalakiyên rûniştinê, grevên birçîbûnê, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan, belavkirina broşuran, vekirina afîş û posteran û yên din hatine qedexekirin.
Her weha walîtiyê ketin û derketina bajar jî qedexe kir.
Bedlîs
DEM Partiyê roja hilbijartinê bi dîmenan aşkere kir ku di hilbijartina herêmî ya Bedlîsê de gelek leşker û polîs ji derve anîne û bi wan deng dane dayîn.
Li gorî encaman li navenda Bedlîsê AKPê 8 hezar û 900, DEM Partiyê jî 8 hezar û 702 deng stendiye.
Dîsa li gorî daneyên DEM Partiyê li bajar 2 hezar û 18 deng jî nederbasdar hatin hesibandin. Ji ber vê yekê DEM Partiyê nerazîbûn nîşan da û îtirazî encaman kir.
Piştî ku îtiraz zêde bûn li Bedlîsê jî heman qedexeya walîtiya Wanê hat ragihandin û dê qedexe 15 rojan berdewam bike.
Berwarî
Her weha li navçeya Berwariyê ji ber “hilbijêrên veguhestî” di navbera Partiya DEVAyê û AKPê de rageşî derket. Di rageşiyê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Berwariya Sêrtê di navbera Partiya DEVA û AKP’ê de ji ber “hilbijêrên veguhestî” rageşî derket. Hat zanîn ku di nîqaşê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku her du alî jî xizmên hev in û kesê jiyana xwe ji dest dayî Dundar Bîlen ê DEVA Partiyî û yên birîndar bûyîn jî Lokman Ozcan û Ridvan Narîç ên AKPî ne.
Piştî ragêşiyê li navçeyê qedexe hat ragihandin.
Çi bûbû?
Di 31ê Adarê de li Tirkiyeyê û bajarên kurdan hilbijartina herêmî hat kirin.
Li bajarê Wanê namzetê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ji sedî 55,48ê dengan bi dest xist û li Wanê bû yekem.
Namzetê AKPê Abdulahat Arvas jî li Wanê ji sedî 27,15ê dengan bi dest xist û bû duyem.
“Roja Îniya 29ê Adara 2024an 5 xulek beriya ku mesai bi qede û du roj pêş hilbijartinê Wezareta Dadê bi biryar û nivîsek îtiraz li mafên qedexekirî yên Zeydanî kiriye. Zeydan di sala 2022an de mafên xwe yên qedexekirî bi dest xistibû û ji bo serokatiya şaredariyê dema serî li YSKyê dabû di hemê kontrolên qanûnî de derbas bûbû.”
Abdûllah Zeydan di hilbijartinê 31ê Adarê de weke Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê têkildarî mafê hilbijartinê yê Zeydan lêkolîn da destpêkirin. Her weha lêkolîn bi dawî bû.
Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê dosyaya Şaredarê Wanê Abdullah Zeydan ji dadgeha ku lê dihat darizandin xwest.
Lijneya Hilbijartinê a Bajarî piştî lêkolîna xwe biryar da ku Zeydan nikare bê hilbijartin û mazbata da namzetê AKPê Abdulahat Arvas ku di hilbijartinê de piştî Zeydan wî zêde deng bi dest xistibû.
Welatî piştî vê biryarê li Wanê û gelek deverên din daket kolanan nerazîbûn nîşan dan.
Abdullah Zeydan sala 2016an dema ku parlamenterê HDPyê bû hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdeyî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.
Zeydan sala 2022yan hatibû berdan û piştî ku ji girtîgehê derket bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber nemzedbûna wî ti asteng nemabûn.
Bi vê biryara nû re biryara berê ya radestkirina mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan hat betalkirin.
(AY)