Fotograf: AA
Li Wan, Bedlîs û Colemêrgê ji ber berf û bagerê rêya 62 tax û gundan hatine girtin.
Li gor daxuyaniya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daye, li navçeyên Miks, Elbak, Payîzava, Şax û Bêgiriyê rêya 18 taxan girtî ne.
Tîmên rêvekirinê ji bo vekirina rêyan dixebitin û hat gotin ku rêya van taxan wê di demek kin da werin vekirin.
Fotograf: AA
Li Colemêrgê jî berf û bagerê rêya 2 gund û gundikên ser navendê û gundek û 2 gundikên navçeya Geverê girtine.
Li Bedlîsê jî berf û bagerê rêya 33 gundan girtiye.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê hatiye dayîn, tê texmînkirin li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be, di saetên êvarê de li Colemêrg, Bedlîs û başûrê Wanê berf wê bibare.
Li herêmê germa hewayê li gor demsalê tê payîn.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Wan û Mûşê 5, li Colemêrgê 4, li Bedlîsê pileyek tê payîn.
Li Dêrsimê jî rê hatine girtin
Fotograf: MA
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Dersimê barîna berfê didome û bandorek neyînî li ser jiyana gund û navçeyan dike. Ji ber barîna berfê rêya 139 gundên girêdayî navendê û navçeyanên wê li çûnehatê hat girtin. Miduriyeta Perwerdehiya Milî ya Pulurê ji ber barîna berfê rojek navber da perwerdehiyê û betlane ragihand. (FD)