Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di hilbijarinên serokatiya dewletê ya Venezûelayê de serokê dewletê yê niho, Nicolas Madûroyî ji sedî 68ê dengan standiye û dîsa bûye serok.
Hilbijartin di roja Yekşemê de hatiye kirin û di tûra yekem de Madûro bi ser ketiye.
Ji sedî 46ê welatiyan dengê xwe dane
Serokê Lijneya Hilbijartinan ya Neteweyî Tibisay Lucenayî eşkere kiriye ji sedî 46ê welatiyan dengê xwe dane. Lûcenayî daye zanîn Madûroyî ji sedî 67.7ê dengên hatîn dayin standine.
Mûxalefet: Em hilbijartinê nas nakin
Berbijarê serokatiya dewletê yê mûxalefetan, Henri Falconî ji beriya ku encam diyar bibin daye zanîn ku di hilbijartinan de bêûsûlî hatiye kirin. Wî gotiye “ev ji bo me ne hilbijartinek bû.”
(PT/MB)