Fotograf: Kîev/AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîseriya Bilinda Penaberan a Neteweyên Yekbûyî(BMMYK) daxuyanî daye û daneyên ku ji çavkaniyên cûda berhev kiriye yên têkildarî krîza penaberan li Ûkraynayê belav kiriye.
Ji 3 mîlyonî zêdetir kes bûye penaber
Li gorî daxuyaniyê di navbera 24ê Sibatê û 16ê Adarê de 3 mîlyon û 169 hezar û 897 kes weke penaber ji Ûkraynayê derbasî welatên cîran bûne. Ji nîvî zêdetirê wan çûne Polonyayê.
Penaberên Ûkraynayî herî zêde çûne Polonya(Mîlyon û 916 hezar û 445), Romanya(491 hezar û 409) û Moldova(350 hezar û 886)yê.
Her weha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin k udi navbera 18-23ê Sibatê de li herêmên Donetsk û Lûhanskê 50 hezar kes derbasî Rûsyayê bûne.
Herî kêm 726 sivîl mirine
Li gorî Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di şerê Rûsya û Ûkraynayê de di navbera 24ê Sibat û 16ê Adarê de li Ûkraynayê herî kêm 780 sivîl mirine, 1252 sivîl jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hişyarî hatiye kirin ku hejmara mirî û birîndarên sivîl dibe ku ji yê diyarkirî zêdetir be.(AEK/AY)