Li Tûzlayê di keştiyekê de teqîn pêk hatiye: Karkerek miriye
Teqîn li Tersane Kiranê, di keştiya bi navê SEAPRINCESS de pêk hatiye. Karkerekî can daye, karkerek jî birîndar bûye.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Tûzlayê, navçeya Stenbolê, di embara bermahiyan a keştiyekê de teqînek pêk hatiye. Keştiya dihate tamîrkirin. Di dema teqînê de karkerek miriye, yek jî birîndar bûye.
Tîmên tenduristiyê, karkerî birîndarbûyî li ser lingan derman kiriye.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Stenbolê, teqîn ji ber xazê pêk hatiye.
Sendîkaya LIMTER-IŞê ya DISKê diyar kiriye ku teqîn li Tersaneya Kiranê di keştiya bi navê SEAPRINCESSê de bûye. Alaya Maltayê li keştiya navborî daliqandîbû.
Li gorî daxuyaniya sendîkayê, teqîn di tanken slopê (cihê rûnên bermahî lê kom dibin) bûye. (HA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.