Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Beşek ji wî agirî hatiye vemirandin ku li Tuzlayê di kargeheke madeyên kîmyewî lê tên çêkirin de derketibû.
Li gor agahiyan li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Çerman a Orhanliyê ji ber sedemeke hê nayê zanîn agir bi kargeheke Ema Kîmya Sîstemlerî-Huntsmannê ketiye. Ji Tuzla û navçeyên derdorê qelek ekîbên agirkujiyê ji bo agirî vemirînin çûne cihê bûyerê.
Ji ber agirê derketiye dem deman teqîn jî çêbûne, lê tîmên agirkujiyê mudaxele kirine û agir vemirandine. Wesayitên ku di otoparka kargehê de jî şewitine. Piştî xebatan beşek ji agirî hatiye kontrolkirin.
Dema şewatê tankek jî teqiyaye, perçeyên tankê li derdorê belav bûye û ketine daristanê.
Du xebatkarên agirkujê di şewatê da birîndar bûne. Piştî mudaxaleya wan a ewil birîndarek rakirine nexweşxaneyê û yê din jî li cihê bûyerê hatiye dermankirin.
Xebatên vemirandinê dewam dikin û sedema derketina agirî tê lêkolînkirin. (AO/FD)
Çavkanî û fotograf: AA