Fotograf: 2018 -Tunus, Chedly Ben Ibrahim/NurPhoto
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
BALDAR BIN: Ev nûçe derbarê tundkariyê de ye. Her çend behsa hûrgiliyan nake lê behsa tiştên tiştên qewimiye dike. Dibe ku bandoreke neyênî li kesên berê tundkarî, cidakarî li wan hatiye kirin û gotinên nefretê li wan bûye yan jî bûne şahidê van tiştan bike û wan bûyeran careke din bîne bîra wan. Di rewşeke wiha de bi derûnasekî/ê bişêwirin, piştgiriyê ji saziya LBGTI+yan a li bajarê hûn lê ne an jî ji Komeleya 17ê Gulanê re binivîsin.
Li Tûnisê du polîsan roja 21ê Çiriya Pêşiyê, derb li Badr Baabou, Serokê Komeleya Damjê daye ku ji bo mafên LGBTI+yan têdikoşe.
Li gorî nûçeya Asli Alparê ya li Kaos GLyê hatiye weşandin, Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW) ev bûyer ragihandiye. Bûyer êvara 21ê Çiriya Pêşiyê li navenda Tûnisê pêk hatiye. Baabou dema vedigere mala xwe polîs derbê li wî didi.
Rasha Younesa ji HRWyê gotiye “Êrîşa li ser Badr Baabouyî rêyeke xetereye ya ji bo bêdengkirina wî û aktivîsên din ên LGBTI+parêz e. Divê rayedar li Tûnisê demildest daxwaznameya gilîkirinê ya Baabouyî qebûl bikin, bûyer were lêkolînkirin û hesap ji êrîşkaran bixwazin.”
Êrîşkaran dest danîne ser cizdan, nasname, telefona mobile û laptopa Baabouyî ku zanyariyên şexsî yên kesên serî li komeleyê dane tê de bû.
Baabouyî wiha behsa bûyerê kiriye: “Piştî ku min dehf dan û eşyayên min dizîn, polîsan gelek caran bi kulm û pehînan li min dan. Ji bo ez nikaribim biqîrim yekî ji wan bi bota xwe pê li stûyê min kir. Min nikarîbû bêhna xwe bidim û bistînim. Dema kesên li derdorê xwestin midaxele bikin gotin, ‘Em polîs in. Ev e cezayê wan kesan ku heqaretê li polîsan dikin û giliyê me dikin’.” (EMK/FD)