Li Tirkiyeyê lîstina fûtbolê li Denîz Nakiyî hat qedexekirin
Bi tohmeta ku “cidaxwazî û propagandeya îdeolojîk kiriye” Saziya Disîplînê ya Fûtbola Profesyonel (PFDK) heta hetayê lîstina fûtbolê li Denîz Nakî fûtbolîstê Amedsporê qedexe kir û 273 hezar lîre cezayê pareyan lê birî.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Saziya Disîplînê ya Fûtbola Profesyonel (PFDK) 3 sal û 6 meh cezayê qedexeya yê lîstina fûtbolê li Denîz Nakî fûtbolîstê Amedsporê birî.
Ji ber ku ceza zêdetirî 3 salan e Nakiyî wê nikaribe heta hetayê li Tirkiyeyê bi gogê bilîze.
Her wiha 273 hezar lîre cezayê pareyan jî dane Nakiyî.
Nakî wê venegere Tirkiyeyê
Denîz Nakiyê li Almanyayê ye biryar girtibû ku venegere Tirkiyeyê.
Li gorî nûçeya ku Deutsche Welleyê belav kiriye, piştî Nakî li Almanyayê di wesayita xwe de rastî êrîşa çekdarî hatibû, ji ber “metirsiya ewlekariyê ya zêde” biryar girtibû ku vengere Tirkiyeyê.
Nakî şeva 7ê Kanûna Paşiyê dema li nêzîkî Durenê ya eyaleta Ren Vestfalyaya Bakurê bi wesayita xwe bi rê ve diçû rastî êrîşa çekdarî hatibû. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.