Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 22 kesên din hatiye dîtin. 28 kesên din mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 199an. Her weha 1 hezar û 318 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 25 hezar û 382 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo milyon û 675 hezar û 517 kesan çêkirine. 151 hezar û 615 kes nexweş ketine.
Dermankirina 882 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 445, ya nexweşên baş bûne 112 hezar û 895 e. (EKN/AY/FD)