Foto: bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 158 kesên din hatiye dîtin. 33 kesên din mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 171an. Her weha 1 hezar û 615 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 25 hezar û 141 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo milyon û 650 hezar û 135 kesan çêkirine. 150 hezar û 593 kes nexweş ketine.
Dermankirina 903 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 463, ya nexweşên baş bûne 111 hezar û 577 e. (EKN/AY/FD)