Li Tirkiyeyê heta niha 117 hezar û 589 kes bi Covîd-19ê ketine
Li Tirkiyeyê duh 89 kes mirine û nexweşî li 2 hezar û 936 kesên din peyda bûye.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî biitkîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 936 kesên din hatiye dîtin. 89 kesên din mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 3 hezar û 081an. Her weha 5 hezar û 231 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 43 hezar û 498 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 991 hezar û 613 kesan çêkirine. 117 hezar û 589 kes nexweş ketine.
Dermankirina hezar û 574 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 831, ya nexweşên baş bûne 44 hezar û 022 e. (EKN/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.