Li Tirkiyeyê hejmara nexweşan gihîştiye 156 hezar û 827an
Li Tirkiyeyê duh 32 kesên din ji ber koronavirusê ango Covid-19ê mirine. Heta niha 4 hezar û 340 kes mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettin Koca, Wezîrê Tenduristiyê daneyên nû yên derbarê şewba koronavirusê ango Covid-19ê li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandiye.
Li gorî van daneyan, duh nexweşî li hezar û 141 kesên din peyda bûye. Duh 32 kes mirine. Hezar û 92 pêketî piştî dermankirinê baş bûne.
Duh test ji bo 24 hezar û 589 kesan hatiye çêkirin. Heta roja îro test ji bo milyon û 832 hezar û 262 kesan hatiye çêkirin.
Nexweşî li 156 hezar û 827 kesên din peyda bûye. Li gorî vê encamê hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 340 kesan.
769 kes li nexweşiyên beşên giran tên dermankirin. 385 nexweşên entube hene. 118 hezar û 694 nexweş jî baş bûne. (DB/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.