Fotograf: AA
Fahrettin Koca, Wezîrê Tenduristiyê daneyên rojane yên vîrusa Covîd-19ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê belavkiriye û gotiye, rojanê em dikarin rojane 50.000 hezar testî çebikin lê rojane me bi tenê 30.000 test çêkirin.
Ji ber ku têkiliyên di navbera welatiyan kêmtir bûne. Di nava 20 rojan de roja herî ku hejmara nexweşan kêm bû îro bû. Hejmara nexweşên me yên ku di uniteya nexweşên giran da ne kêm bûne.
Kocayî weha nivîsandiye:
Di 24 saetên dawî de 2 hezar û 357 kes bi nexweşiyê ketine û 99 kes jî bi nexweşiyê mirine. 3 hezar 558 kes piştî dermankirinê baş bûne.
Di 24 saetên dawî de 30 hezar û 177 test hatine çêkirin û heta niha 889 hezar û 742 test li tevahiya welat hatiye çêkirin.
Bi giştî 110 hezar û 130 kes bi vîrusa Covîd-19ê ketine û 2 hezar û 805 kes jî ji ber virusê mirine.
Dermankirina 1776 kesan hê didome û hejmara nexweşên entube 883ne û heta niha 29 hezar û 140 kes piştî dermankirine baş bûne. (AY/FD)