Li Tirkiyeyê hejmara miriyan derketiye 4 hezar û 369 kesan
Li Tirkiyeyê duh 29 kes ji ber koronavirusê ango Covid-19ê mirine. Her weha 987 kesên din bi vê nexweşiyê ketine.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê daneyên dawiyê yên derbarê şewba koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kirine. Li gorî van daneyan duh li 987 kesên din şewb peyda bûye. 29 kes mirin e.
Li gorî vê encamê hejmara nexweşan li ser hev bûye 157 hezar û 814 kes. Ya miriyan jî derket 4 hezar û 369an.
Duh hezar û 321 kesên din baş bûne û li ser hev hijmara kesên ku tedawiya wan hatiye temamkirin derketiye 120 hezar û 15an.
Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane" ya ku di malpera Wezaretê da cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser Twîtterê parve kiriye duh 21 hezar û 492 test hatine kirin. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.